Neuer Artikel Inhalt
Artikel Inhalt
Sie können hier den Inhalt Ihres (neuen) Artikel bearbeiten.
Bajarê Kleve bajarekî navendîye, ji bo Kleve û derûdorê wê. Li vî bajarî zêdeyî 100 malê êzdîyan demeke dirêje jiyana xwe berdewam dikin.
Piranîya êzdîyên Kleve endamê Mala Êzdîyan Emmerich`in piştî biryara Kongera 15.mîn, kû li Rees û Emmerich ji bo xwe birêxstinkirinê, komîtê û rêvebirin îxtidarên herêmî hatin sazkirin.
Êzdîyê Kleve jî roja 20.07.08 biryara xwe ji bo avakirina Platforma Êzdîyên Kleve dan. Di civînêde piranîya endaman amade bûn. Bi berfireyî li ser rewşa êzdîyan hate sekinandin û armancên civînê hatin guftûgo kirin. Nirxandinên gelekî berfireh hatin pêkanîn.
Di civînêde gelek biryarên girîng hatin girtin. Di encama civînêde ji bo kar û xebatên giştî 15 kesên sozdar û fedekar berpirsîyarîya hêrêmê qebûl kirin.
Dergush / Kleve